RSS

Meha Rehmetê…

remezan

Rojiya mehe remezanê wexta ku tê, meriv tev bin bandora rojiyê de dimîne. Hîna rojî nehatîbû jî gelek meriv digotin “Rojiya îsal di germê de ye em ê çawa rojiyê bigrin?” Bi rastî zarokên nû yê gîhîştînin ji wan re rojî gelek zor û zehmet e.

Wexte paşîvê ezman sayî û ronî ye, hêstirk dibiriqin merivên bawermanda silav dike, roniya stêrkan û hîvê her derê ronî dike, her der aram e û bê deng e. Dengê defê hêdî hêdî lê dikeve ji dûr de. Bi dengê defê re malbat ji xewa şîrîn û giran radibin, roniya malan pêdikeve, dengê xweşîna avê, teq û reqê feraxan tê li malên nêzik de. Hinek zarok jî jê êvar de gotîbûn “Me rakin paşîvê em ê jî rojiyê bigrin.” Nikarin rojiyê bigrin jî lêbelê kêfa wan tê bi rojiyê re. Gelek malbat jî tew ranakevin heta wexta paşîvê.

Deme paşîvê dema pêşiya berbangê jin tev zû radibin, hezîriya xwarina paşîvê dikin, paşê ba malbata xwe dikin. Pêxemberê me dibêje “Rabin paşîvî, bi gumik av jî be paşîva xwe bikin.”ê ku rojiyê digrin meriv tev  bi xêra xweş û geşiya rojiyê radibin. Zarokên ku rojiyê jî nagrin ew jî dibêjin “Me jî rakin paşîvê” kêfa wan jî rojiyê gelek tê.

Dema paşîvê malbat tev radibin dest û ser çavê xwe dişon, hinek avdestê digrin paşê tên ser sifra hazir, xwarinên xwe dixwin, hinek malbat jî xwarina xwe zû xwarine, Qur’anê dixwînin bi dengê hêdî û hêdî jî be deng ji cîranan tê, dengê xweş û kelama Xwedê belav dibe bi bayê paşîvê.

Dem dibore, dem ber ve banga sibê dere. Roniya malan gelek ronî dike, meriv tev tedarika rojiya xwe dikin.

Rojiya rojêyê bi banga berbangê dest pê dike, heta banga mixurbê yanê bi “Ellahûekber” destpê dike û bi “Ellahûekber” jî diqede.

Rojî ji bo Xwedê tê girtin. Rojî di dema berbangê bigre heta mixurbê ji xwarinê, têkiliya zayendê, têştê çevt û derewan xwe dûr xistine. Di rojiyê de rojiya xwe bi îbadetê, teatê, xwendina Qur’anê xurt dikin…

Di Germa havînê û rojê dirêj de rojî gelek bi zehmet e, tî û birçî meriv bê hal dihêle. Rojî ji paleyen re hê zêde dijware. Meriv ji bo nanê xwe bişxule û ji bona Xwedê rojiyê bigre pir xêr e, rojiya herî bixêr jî ev e.

Meriv tev li benda fitarê ne, ku çi wextê fitar bibe û fitara xwe bikin. Meriv tev bi birçî û tî bûnê de heşê meriv diçe ser tî û birçîbûnê. Çav li çi dikeve dibêje “Ez ê vê bixwim, vê bixwim…” Ku meriv here bazargehê jî di ber seyarfiroşan re derbas dibe bêhna xwarina tiştan hê zêde dibe. Nefs nefseke û tim li xwe mêze dike û têr nabe. Di rojiya de û ne di rojîyê de jî be tu car nefs birçî û têr nabe.

Di rojiyê de li ber êvarê jiyan bi lebat û tevger dibe. Dikandar dukanê xwe digrin, karker û pale hêdî hêdî karên xwe diqedînin û dikevin rêya malê. Rê, kolan û kuçe bi merivan û erebokan şên dibe. Li gund jî cotkar, pale û xebatkar pir westiyane û ji tî û pirçîbunê bêhal mane.

Li ber êvarê jin û kebaniyê malê haziriya xwarina fitarê dikin, sifrê radixin. Hinek jî Qur”ana pîroz dixwînin, hinek kal û pîr tizbiyê xwe dikşînin wîrdê xwe dom dikin, hinek jî dia dikin…

Zarok û zarokên ku nû gîhîştînin yên ku nû dest bi rojiyê kirinin pir tî û pirçî bûnin, sewr nakin ku çi wextê fitar bibe. Gelek dem dere êdî merivên zarok û mezin tev li bendê bangê ne…  ronahiya minarê vêdikeve, mele bi dest banga pîroz dike; “Elehu ekber, Elahû ekber…”  ango “Xweda  mezin e …”  Her kes “Bismîllah” dibêje û radigîhîje avê û dest bi xwarina xwe dikin.

Li ser sifra merivên dewlemend gelek tişt hene; xwarin û vexwarina cûr bi cûr tijiye. Sifra herî hejara jî nan û av, şorbe û zerzewatên erzan e…

Di rojiyê de merivê hejar û dewlemend pir xuya dibe. Her kes bi  halê xwe zane ku birçîtî çawa ye û rewşa xizana pê dizane. Merivên dewlemend bi birçîbûnê halê hejartiyê pê dihese û hîn dibe. Merivên devlemend û hejar bi birçîbûnê qedra nîmetan zane û hîşyar dibe. Bi birçîbûnê heyîn û tunebûn tê fehm kirin.

Piştê fitarê wexta ku terawîh nêzik dibe, malbat heziriya terawîhan dikin. Kal, pîr, bav û dê tev hêdî hêdî berve mizgeftê diçin, lê zarok jî ma cihî xwe de dihewin, ev jî derin, didin pey dê û bavên xwe. Li mizgeftê dengê Qur”anê tê û li taxê belav dibe.

Li mizgeftê mezin û  biçûk, feqîr û dewlemend tev di rêzikî de rêz dibin û dest bi nimêjê dikin. Di huzura Xwedê de tev yek dibin, li cem Xwedê şah û geda yek e. Kî dia û îbadetê ji bo Xwedê bike û dilsoz be ew pêşta ye li cem Xwedê… Zarok bi terawihê gelek kêf û geş dibin û piştê terawihê hinek meriv xwarina gofret û biskuwîtê bela dikin zarok kom dibin herkes para xwe digre û kêf dikin. Zarok ji meha Remezanê meha rehmetê nesîbê xwe digrin, meha remezanê ji zarokan re dibe jiyanek cûda.

Jiyana meha Remezanê bi xetimkirina Qur”anê, sedeqê û alîkariyê xwe gelek nîşan dide, yê ku merivên hejar re alîkariya xwarinê dikin, ê ku nexweşa re alîkarî dikin… di Remezanê de rehmet dibare.

Rojî ji me bawermend û mislimanan re fersendeke mezin e. Meha Remezanê mehe rehmetê ye, wext û dema îbadet û xêran e… Kî merhametê bike wê merhemetê bibîne. Cihan zevî û erdê axretê ye, kî çi bajo ê li wêrê biçine û bixwe. Kî di riya Xwedê de bimeşe û ji bo Xwedê bike ew ê kar bike.

Paşa Amedî

Reklamlar
 
Yorum yapın

Yazan: 06/28/2016 in Nivîs

 

Etiketler: , ,

Şevnimêja Beraetê

seva-beraet-proz-be

Bi gorana salnameya Hîcrî, roja 14ê Şabanê êvarê şevnimêja beraetê ye. Di nav alemê  Îslamê de şevekî pîroz e û her sal tê pîrozkirin. Beraet ; Xelasbûn, xwe Ji gunehan dûr xistin, pakbûyîn e  û ji stûbariyê safî bûne. Her roj û şev fersenda mirovan  heye ku xwe efû bike  lêbelê  Xwedê Teala pir caran jî fersendên mezin dide me mirovan. Ev fersenda  yek jî şevek şeva Bereatê ye. Xwedê Teala ji me re fersendeke  mezin dide ku em xwe biborînin, efûyê bixwazin ku Ew jî me ef bike. Xwedî ji me dixwaze ku em bixwazin. Kî xîretê bike xwe  bispîrîne Xwedê  wê Xwedê  bide wî. Mîna kesê ku bibêje ez birçîme û şixula xwe neke çawa ku wê birçî bimîne. Em jî ku ji Xwedayê xwe re dia, nimêj û teatê nekin wê çawa Xwedê bide me. Di nav me mislimanan de nexweşiyek heye em tim dibêjin “Em nimêj û dia nakin lêbelê bira Xwedî bide me !”

Tê gotin ku di beriya şerekî Hz.Musa û Firawun de(ku çîrok be jî tê de şîret heye); Fîrawûn bikafiriya xwe heta sibê ba Xwedê kiriye û gotiye “Ya Rebbî, min li ber Musa mahçûp neke…” Hz.Musa jî çû ye raketiye. Di roja şerê de Fîrawun serkeftî bûye. Hz.Musa dibêje “Ya Rebbî, em misliman in û ew muşrik e çawa ew serkeftî bû?” Xwedî Teala jî jê re dibêje “Ev bi şev heta sibê raneket û yadê min kir û dia kir ya te?!” Ku kafir jî  bişxule Xwedê didiyê, Xwedê cudahî nake nav mirovan çimkî Xwedê Rahman û rahîm e. Pêxemberê me Hz.Muhammed(s.x.l.) di derbarê şevnimêja Bereatê de wiha dbêje:   “Meha Şabanê mehek bi fazîlet e, meriv bi vê  nizane, di vî mehê de kirinê me ji Xwedê re tê pêşkêş kirin. Ez jî ji kirinê xwe bi rojiyê pêşkêş dikim.” (Nesaî)   Dayîka me Hz.Eyşe wiha dibêje : “ Resulê Xwedê di meha Şabanê de ewqas ku rojî girtiye qe di mehê dinan de negirtiye. Yek caran jî temamiyê vî mehê bi rojî bûye.” (Buharî)   “Şeva Bereatê de deriyê ezmanê vedibe, ferîşte (melek) jî mizgînê dide mûmîna û handan(teşwîk) dike.” (Nesaî,Beyhaqî)   “15ê  şeva Şabanê bi şev bi îbadetê, bi roj jî  bi rojiyê derbas bikin! Vê şevê Xwedê Teala  wiha dibêje: “ Ê bexşiyê dixwazin tunenin ku ez wan efû bikim?  Ê roziyê dixwazin tunenin ku ez roziyê wan bidimê?  Ê derd û keserê wan tune nin ku ez sihetê û noşiyê bidimê? Ev rewşa heta sibê dewam dike.” (Îbnê Mace)   “Şeva 15ê Şabanê rehmeta îlahî cîhanê tev digre, herkes ef dibe. Encax ê ku  mislimanan  re neheqî û hesûdî dikin û ji Xwedê re şîriktî dikin nayê bexşandin.” (Beyhaqî ” (Hz.Cebraîl  dihat “ Rabe, nimêjê û dia bike! Îşev şeva 15ê Şabanê ye” digot. Ku îşev wiha bijîn Xwedî Teala ef dike, tenê muşrîk, efsûndar, temih, kîndar, meyxwer, ehlê bî”da, mişeperexwer û zen dikin ef nabin.” (Tebaranî) Xwedayê me ji me pir hez dike û fersend daye me lêbelê pir caran jî di şev û rojên pîroz de fersendên mezin dide me.

Xwedê vê şevê ji misliman û miletên bindest re deriye xêrê veke… Şevnimêja we û gelên mislimanan pîroz bibe..

Paşa Amedî

 
Yorum yapın

Yazan: 05/21/2016 in Nivîs

 

Etiketler: , ,

Leystikên li ser zimanê Kurdî

ziman

Kurdî zimaneke qedîm û dewlemend e. Ji ber bê dewletiyê zimanê Kurdî bi nivîskî pêşneçûbe jî lê bi devkî hê li ser xwe ye. Kurdî bi dewlemendiya zaravayên xwe bi heyîna xwe li diyar e.

Çawa ku ji berê ve bi çi awayî be zimanê Kurdî hatibe paşxistin, niha jî li ser zimanê Kurdî leystikên mezin û asîmîlasyoneke dijwar didomin. Ev asîmîlasyon bi destê sazûmanê dest pê kiriye lê mexapin em jî di malbatên xwe de vê asîmilasyonê bi xwe bi destê xwe didomînin. Sedema mezin medya û televizyon li ser malbatan bi taybetî li ser zarokan bandoreke mezin çê dike, pişaftinake mezin jî di dibistana ewûl de ya pişaftina zarokan e.

Leystikeke din li ser zimanê Kurdî ji alê din ve bi siyasetî li ser zimanê kurdî ber dewam e; ev jî li ser Kurdiya zazakî ye. Çawa ku berê li başûrê kurdistanê li ser Kurdiya soranî hatiye leystin. Ji ber ku zaravayên kurdî bi paş bixin û soranan ji kurdan biqetînin qewet dane kurdê soran. Li Tirkiyê jî ji ber ku zazayan ji kurdan veqetînin dibêjin: “Zazakî/Kurmanckî zimaneke ser bi xwe ye, zazakî ne kurdî ye, zaza ne kurd in…” di hinek zanîngehan de bi zanebûn zazakî wekî zimanê serbixwe dihesîbînin û didin xwendin…

Siyasetmadarên dewletê li gor polîtîka dewletê bi zanabûn di gotinên xwe de “Kurdî, Zazakî, Tirkî, Erebî…” dibêjin û netewan rêz dikin li vir qaşo kurdî nas dikin û ji kurdî re rêz digrin, ev gotina masûm tê xuya kirin lê di nav hevokê de leystikeke mezin heye; zazakî ji kurdî cûda dikin. Ev leystik di medya Tirkiyê de pir tên bikar anîn…. lê carna em kurd jî bi nezaniya xwe dibêjin: “Ez Kurdî zanim lê Zazakî nizanim” ev gotin jî şaşiyeke mezin e  Kurdî ziman e lê zaravayên Kurdî hene, wexta ku tu bibêjî “Kurdî û Zazakî” zazakî ji kurdî vediqetînî. Bi vî awayî hişmediya kurdan xerab dikin.

Divê nivîskarên Kurd baldarbin û bi zanebûn di nivîsên xwe de li ser vê bisekinin û di pirtûkên xwe de jî şaşiyan bi destên xwe nekin û bi zanebûn binivîsînin. Mesela di derxistina Ferhengekî de ku ferheng li ser zaravayeke kurdî be FERHENG-Kurdiya Kurmancî-Tirkî, Tirkî-kurdiya Kurmancî were nivîsandin. Ya din ku pirtûka romanek an çîrokek biweşe ku pirtûk bi kîjan zaravayê kurdî be bi wê zaravayê Kurdiya Zazakî, Kurdiya Kurmancî, Kurdiya Soranî…bê nivîsandin. Ez li gor zanebûna xwe wiha difikirim, lê zimanzan çi difikirin divê ew jî fikra xwe bibêjin. Çimkî ev hişmendî bingeheka zimanê Kurdî ava dike.

Zaravayên Kurdî dibe ku Kurdî be lê kurdî ne zarava ye, kurdî zaravayên xwe di nava xwe de dihewîne. Divê siyasetmadarên Kurd û nivîskarên Kurd şiyar bin; di gotin, pirtûk û nivîsên xwe de cudahî nexin nav zaravayên Kurdî. Erka  ferdên her kurd a yek ev e ku divê li zaravayên Kurdî xwedî derkevin; zaravayên Kurdî bielimin û hîn bibin ku zimanê kurdî pêş bikeve û Kurdî bighîje asta xwe ya dewlemend.

ÇANDNAME

 
Yorum yapın

Yazan: 04/08/2016 in Nivîs

 

Etiketler: , , ,

Nirxên Pirtûka Çûka Keko Peko-Kudbedîn Kerboranî

Nivîskar Kudbedîn Kerboranî di derbarê pirtûka min a “ÇÛKA KEKO PEKO” de wiha  nivisandiye:

çûk

Wêje; guhdarkirina bilûra şivanekî ye, li ber ava çemekî, demeke biharê. Hezkirina yar û Xweda ye, ji dilekî  paqij û zelal. Meyzandina kulilkên bêhîvan yên ku li ber belbûna biharê ne û kamraniya abadîn e, ji mirovên aşiqên dinyayê re. Keservedana hesreteke beyaniyê ye. Cih û warê hemû evîndaran e. Stargeha rêwiyê eşqên qedexe ye. Rawestgeha bengînên nivîsê ye. ji bo zarokên dergûşê yên berşîr, dilê dayikên ser çarik spî ye. Tehma jiyanê ye. Şahiya emrê helbestên axa welatekî tibarek û miqedes e.

Kî pê mijûl be, bextewar e. Xebatkarên wê, hostayê avahiya aramiyê ne, di vê riya pîroz de. Kekê Paşa AMEDÎ jî, karker û hostayê wêje yî dilşadiyê ye, di avakirin û bilindahiya vî xanî de. Bi kevirên hestên dile xwe, hêdî hêdî vê avahiyê mezin dike, vê rê ronî dike, bi qîmet dike, berfireh dike, tehmxweş dike, azad dike û mayînde dike, bi hebûn û pênûsa xwe, di wêje de, cihekî bi qedr didagire û vî ciyî payebilind dike. Bi melûyê peyv û bermayînên ku di tûrikê jiyana xwe de danehev, wêjeya me dewlemend dike û civata me ya çîrokan zêde dike. Şevbihêrkên me, bi keyfe û coş dike.

Paşa AMEDÎ, xebatkarekî zimanê kurdî ji dil, jîrek, şixulhez û jêhatî ye. Ji sala 1999an ve des bi xebatên xwe kiriye. Wek malperên gazetekurd.net, nûbiharder.com, candname.com û di kovara nûbiharê de nivîsên xwe, wek çîrok, ceribandin, bi pergalî domandine. Di van malperan de ji xeynî xebatên nivîsê, di karê teknîkê de, wek weşîneriyê xebitiye û ev barê giran daniye ser milên xwe û bi awayeke serkeftî ev kar û xebat meşandiye.

Kekê Paşa,  tûrikê xwe daniye ser milên xwe û bi newal û çiya û gelî û zozanên welatê zimanê xwe de bûye rêwiyê peyv û gotin û çîrok û serpêhatiyên dê û bavan. Gava ku pergî peyvekê zimanê kurdî bûye rahiştiyê de û ew di tûrikê hişê xwe de hewandiye, parastiye û bi xweşgotinên xwe ji me re daniye ser sifraya çîrokan.

Kerem bikin em bi hevre rûnin ser sifraya çiroka ÇÛKA KEKO PEKO*:

Pirtûka ÇÛKA KEKO PEKO berhema Paşa AMEDÎ ya ewil e. Pirtûk ji weşanxaneya Nûbiharê derketiye. Ev kitêb ji yazdeh çîrokan pêk tê. Çîrok tev bi alikariya diya xwe,  ji dîrok û jiyana edebiyada devkî ya belawela berhev kirine. Her çîrok, di nava xwe de serbixwe ye. Di her çîrokê de şîrêtek, dersek, nesîhetek heye. Her çîrok, qedek jiyana me an nexwşiyeke civakê me ye.

Serekeyê çîrokan, carinan xeysiyetekî nîgaşî ye, carinan heyvanekî çiyayî ye, carinan ajalekî kerî ye, carinan mirovekî hevalê jiyana me ye û carinan karakterekî derasayî ye.

Kêlînan behsa xîzantî û nezantiya me kiriye, kêlînan qala dexesiyên me kiriye, kêlînan li ser hejar û belengaziya me rawestiya ye, kêlînan li ser xaîntî û xapandinên me bêhna xwe veda ye. ji bo em aqil bigirin, di her çîrokê de, carek din birînen me yên kevn derxistine û em êşandine.

Kekê Paşa, ji ber ku li her peyveke weke libek zêr dimeyzîne û her peyv, kevirek ji avahiya bilindbûna ziman e, emrê xwe daye vî karî û ketiye pey şopa çîrokan. Li gorî wî çîrok binaxa ziman e, ziman jî hebûna mirov e. Ger ew tune bin, tu qedr û qimêtê mirov nîne, li vê dinyayê.

Her xebat û şixulê kekê Paşa pîroz e, hêja ye, baş e, qenc e û layiqê wesfedanên bilind in. Di vê riya ronî, evrar, yezdanî û muqedes de, em serkeftin û miyaserê jê re dixwazin. Daxwaza me ew e ku pirtûka wî ya duyemîn, ya li ber çapê (Çîn û Maçîn), zû bê ber destê me û dîsa em bi hev re herin rêwingiya şahiya bîranînên dê û bavan.

* Wateya “Çûka Keko Peko” pepûk e

Qudbedîn Kerboranî

http://www.candname.com

 
Yorum yapın

Yazan: 03/30/2016 in Ji Çapemeniyê

 

Etiketler: , ,

Edeba Civînê

civîn

Helwesta edeba meclîsê di Qur’ana Kerîm û hedîsen de hatiye diyarkirin.

  • Ku herin civînê divê bêhna xwe di xwe bidin û çeken li dijî urf û edetên li xwe nekin,
  • Di civînan de bi rûken be, mirazê xwe tirş neke û divê gezevetî neye kirin,
  • Yê ji te bi salin ji wan re rêz bigre,
  • Kesî eciz neke,
  • Ji dê, bav û mamosteyên xwe re herî zede rêz bigre,
  • Ku di nav du kesan de rûnî ji wan destur bixwaze,
  • Kesî ku nû tê cih nişan bide,
  • Kesî ku ji te meztir hebe li cem wî nigê xwe nede ser hev,
  • Mazuvanê civînê divê mîvanan bihewîne û bi xweşî rê bike,
  • Di qelebalix de bi yekî re qiseyên dizî neke,
  • Bavîşkan nekşîne ku mecbur be deste xwe bide ber deve xwe,
  • Bi kuxikê û kirpikê kesî dora xwe eciz neke,
  • Di civînê de bi edebî tevbigere.

          Berhevkar û wergêr: Paşa Amedî

 
Yorum yapın

Yazan: 03/26/2016 in Şixul

 

Dayê Gura Tetê Morî Bir

gur

Di dema berê wexta ku dibû zivistan, jiyan li gundan gelek dijwar dibû. Mirov, pez û dewar tev birçî dibûn. Ji bo vê yekê mirovan zad û xwarinên xwe beriya zivistanê amade dikirin. Ku berf diket, nava gund û bajar dihat birîn. Heke meriv bê xwarin ango bê ard û arvan diman, ji neçariyê ku ne bi çewalan bi qasê şînigek genim an jî garis davêtin ser qulincên xwe, ji tirsa gurên hov sê-çar meriv bi hevra diçûn aşê bajêr, bajar jî ji gund gelek dûr bû. Rêwîtiya dijwarî…

Demek dirêj qasek du-sê mehan berê, zivistan destpê kiribû û berf dibarîya, deşt, çol û çîyayê reş giş sipî bûbûn, berfê her alî girtibû, di nav kuçe û malan de berf dihat qama meriv, jîyan pir giran dibû. Meriv ji ber bê xwarinê pir perîşan dibûn.

Di çiyê de heywan û teyran di hêlînên xwe de lîs digirtin. Heywanê hov giştik birçî diman, gurê birçî jî ji birçîbûnê çavsorkî dibûn. Di çavsorkî de ku zor dihat wan guran, guran jî çêlikên xwe dixwarin an jî dihatin nava gund. Carna dihatin nav gund, li benda pez, dewar û mirîşkan diman.

Di jiyanek wiha de li gundê Qerto* berf ketibû her derê ku kesek ji berfê û sermayê, nikarîbû derkeve derve, şev tarî tarîya reş, der aram, hinek gundî di xew de, hinek malbat di nav cihên germ de ji zarokên xwe re çîrok digotin. Hinek jî ciwan û kal li malan kom bûne kilaman, meselan dibêjin, henekan dikin… Şevbêrk bi kêfxweşî dom dike.

Di meha Şewatê, şevek ji şevan di şeva tarî de, li gund ewt ewta kûçikan dihat, li nêzîka gund jî zur zura guran dihat, di wê şevê de du zarok; keçek û lawek ji malbata Newatê derdikevin der ku herin hewceyîyên xwe bînin cih. Dê û bav dibêjin zarokno li xwe miqate bin.

Keçik û lawik derin ber derî, derîyê heyatê, demek derbas dibe; gur xwe davêjin kur û keçikê, wan zarokan kaş dikin û dibin.

Jan û qêrînek bi kurik dikeve û bi dengekî bilind dibêje: “Bavo bavo, dayê dayê, bira.. hewar hewar…” Keçik jî diqîre û bi dengekî bilind dibêje: “Dayê dayê gura tetê** (dest) morî bir, Dayê gura tetê morî bir…. Dayê gura tetê morî bir.”

Piştî dengê qêrîn û hewara wê keçikê malbat û cîran pê dihesin û dikine hewar…. Malbat dibêje: “Guran keçika me bir. Gura lawikê me birîye …. Lo bavo, lo bira, lê dayê, lê xungê…” dilorînin.

Qêrîn û girîn dikeve nav gund, dengekî bi şewat û jana dil, tariya şevê diqetîne. Der dor, cîran û gundî tên hewara wan jê re: “Çi qewimiye?”, “Çi bûye?” Gundî kom dibin.

Bi vê serpêhatîya malbatê û şûnda heta niha li gund wiha dibêjin:
Meha Şewatê
Gur hat heyatê
Bir keçik û
Lawikê Newatê

Paşa Amedî

————-

Ev çîrok di kovara Nûbiharê de hatiye weşandin( Hejmar:107)

* Gundê Qerto; gundê Çêrmûga Dîyarbekirê ye.
** Bi zimanê zarokên piçûk “tet” dest e.

 
Yorum yapın

Yazan: 03/22/2016 in Çîrok

 

Etiketler: , ,

Xewnereşk (Kabûs)

xewnereşk

Ji zaroktiya xwe ve heya niha ji cihê teng eciz dibûm û ji cihê teng dûr diketim. Ez bi salbûna xwe hînbûm ku ev nexweşî ye lê ez ji wê tu car xelas nebûm. Hâlbûkî ez bixwazim an nexwazim jî ez têketima cihê teng.

Min pêçane û di tabûtê de bi cihkirine. Dengên li der û dora min tev dibhîzim û çavê min girtîbû lê bi çi awayî be min wan didît. Digotin: “ Rebeno di ciwaniya xwe de mir, halbûkî çi qas karên wî hebûn.”

Bi rastî gelek karên min hebûn. Mesela, hê min ji kurê xwe re karek nebaş nedîtibû, hêna teqsîdên televizyona min mabûn. Min ê fîrmayek mezin çê bikira, min ê hevalên xwe li wir bicivandina. Di ser de jî zivistanê hindik mabû; min amadehiya hêzing û komirên xwe nekiribû û arkên serbanê min hê çê nekiribû. Karên nivçoyî hê min rêz dikir dengek bi kerika gohê min ket û ez şiyar bûm. Dengek wekî bi mîkrofonê di mejiyê min de deng vedida û digot:

“Êdî derbas bû!”

Min di hundurê xwe de digot: “Xwesika derbas nebûba!” Nizanim ev qaza çawa hate serê min? Halbûkî çawa bi xweşik min erebe diajot.

Tiştên ku qewimîbûn min dianî bîra xwe, hevalên min dora min girtibûn û tabûta ku têdabûm min ferq kir ku devgirtê tabûtê digirtin. Min dixwest ku ji wan re asteng bibim lê heya ku ji min hebû min hewl dida ku qêrîn bikim lê li cihê xwe nedileqiyam û ne jî deng ji min dihat. Bistekî din di tariyê de mabûm û çavên min li tirêjê ku di navbera textê tabûtê de ketibûn hundir ket, bi dehşet, min got:

“Eman, Xwedayê min! Niha wê halê min çi bibe?”

 

Ji tirsana tu tiştek nedifikiriyam. Di wê gavê de min dabûn ser milan û min dibirin. Bi xûşîna baranê derve min zanîbû ku baran dibare û dengên dilopan û dengên qêjîna tabûta min tevlihev dibûn.

Xuyabû ku em Ji bo nimêja cenazeyê diçûn mizgeftê. Min got mizgeft lê hate bîra min. Li nêzê me bû û her roj pênc dana min vedixwend nimêjê jî min tu carî wexta xwe jê re veneqetand û neçûm mizgeftê. Lê her tim min ji xwe re digot ku salê min pênce bibe ez ê dest bi nimêjê bikim û min ê dest ji karên nebaş berdana.

Erê, erê, ku ne ji vê qezayê biba, ez ê di pêşerojê de bibima mirovekê baş û qenc.

Dengê ku min bihîstibû û nizanim ku ji ku ve dihat ew denga dîsa dubare bû,  got:

“Êdî derbas bû. Êdî qediya!”

Gavek din şûnda nimêja min kiribûn û car jî min dabûn ser milan. Li pêşiya qehweya taxê de ku derbas dibûm, kêf û şameta hevalên ku min bi wan re leystika Îskambilê dilîst dihate min û ez fikirîm ku “ Her hal bi mirin a min nizanin.” Bi dûrketîna dengan re û tabuta min xwar bû êdî min zanîbû ku em bi pala gorîstanê ve hildikşên. Min ferq kir ku bi barîna barana bi şîd ve qelîştekên tabûtê re kefena min şil dibû. Min guhê xwe da qiseyan. Hinek hevalên min behsa piyasê dikirin hinek jî behsa tîmên millî dikir; leystika sporê dipesinandin. Hevalê ku bi tabûta min girtibû jî di gohê hevalê xwe re gotegot dikir:

“Teresiya rehmetî bi îro re xuya ye, ya em şilopilo bûn li ber baranê.”

Qisên ku min dibhîzîn gelo rast bû, yê ku digotin qey ne hevalê min ê ku min ji bo wan xew û canê xwe feda dikir qey ne ew bûn.

Rêwîtiya min hêdî qediya bû, tabûtê min dabûn erdê. Devikê tabûtê dîsa vebû, bi destan bi laşa mina bê ruh girtin min xistin bin çala gorê ya ku ev tê de kom bibû.

Li cihê dirêjkirî min li dora xwe mêze kir.

Eman Xwedayê min! Ev ne gor e?

Heya niha qet ez nefikirîme ku ez ê têkevim gorê!

Tu kesek bi qîrîna min a bêdeng nedihisiya û min hîs dikir ku hevalên min ketine pêşbaziyê; ax û heriyê davêtên ser min ku ji min dûr bikevin.

Dîsa ketime tariya reş,  ji eciziyê min dest bi duayê kir, mi digot:

“Ya Rebbî, fersendeke din tune, li gor daxwaza te ez bibim evd, û ez gora xwe vegerînim bexçeyên cennetê”

Ew denga dîsa ji dengê berê bi şîdetir dîsa dubare kir û got:

“Êdî derbas bû, êdî her tişt qediya!”

Dengên texteyên ku ser min digirtin û axa ku davêtin ser min dengê wan weka hurrîna ewran deng dida û nava hundirê min dihejand.

Bi hewla dawî li cihê xwe hilor bûm û min çavên xwe vekir, min dît ku ez li ser doşeka xwe me lê xewnereşke xofdar dibînim, ciranê me yê li daîra nêzik min şîyar dike û bi qîr dibêje:

“Êdî derbas bû, derbas bû, mêzeke derbas bû, tu tiştekî te tune!”

Li ser doşeka xwe rabûm rûniştim, ji xudanê şil û şilope bûme qey min bîst kîlo daye. Li derve barana bi şîd dibare, ji dengên ewr û brûskan tevahiya xanî dihejand.

Yên li dora min tev şaşmayî mane û li ber çavên wan min xwe da hev û min digot:

“Ya Rebbî. Bi mîsqalên canê xwe ji te re şikir dikim ku ez ji vir şûnda ez ê bibim evdek qenc, ya ku te fersend nedaba min?”

 

Cûneyd SUAVÎ

Wergêr: Paşa Amedî

 
Yorum yapın

Yazan: 03/15/2016 in Şixul

 

Etiketler: , ,